Heseke: Ava Elokê 36 car in ji aliyê Tirkiyê ve tê qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî dagirkirina Serê Kaniyê di Cotmeha 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve, 36 car in ava Elokê li ser bajarê Heseke û derdora wê tê qutkirin.

Ji ber qutkirina ava Elokê, niha li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 1 milyon kes di rewşeke zêde xirab de dijîn.

Ji ber qutkirina ava wêstgeha Elokê li navçeya Serê Kaniyê, her weha nebûna elektrîkê, xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê havîneke dijwar derbas dikin.

Bi qutkirina ava wêstgeha Elokê, li navçeya Serê Kaniyê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve û nebûna elektrîka serekî û pişt-girêdana bi elektrîka jeneratoran û ava tankan, xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di rewşeke zehmet de dijîn.

Di Cejna Qurbanê de welatiyan amedekariyên cejnê nikaribûn bi dilê xwe bikin, hatina mêvanan, xelkê navçeyê bi dilê xwe ev cejn pêşwazî nekirin û bi hesreta vexwarina avaeke sar in.

Roja 6ê Hezîrana 2023an careke din ava wêstgeha Elokê li ser bajarê Hesekê û derdora wê hatibû qutkirin.