Sûrên dîrokî yên Amedê têne nûjenkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ev çend sal in li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê xebatên nûjenkirin û xweşikkirina derdorên sûran tê meşandin. Bi xebata Wezareta Bajêrvaniyê, Şaredarî û Parêzgariya Amedê re derdora Sûrê ji xanî û dikanên bê ser û ber hate paqijkirin. Derdora sûrên Amedê bûne park û cihên ger û geştiyariyê. Bi vê xebatê re hemû delalî û xweşikiya Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê êdî xuya dike. Çand û dîroka kevnar a Sûra Amedê êdî li ber çavan e. Li gorî berpirsyaran xweşikbûn û dîroka Sûran dê wisa bike ku Amed bibe bajarê sereke yê geştiyariyê.
Hem geştiyarên naxweyî û hem jî geştiyarên ku ji derveyî welat tên berê xwe didin navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê. Sûr di dema geşt û gûzariyê de bi kuçeyên xwe yên teng, mîmariya xwe ya dîrokî geştiyaran ber bi xwe ve dikişine.
Wezareta Bajêrvaniyê, Şaredarî û Parêzgariya Amedê ji bo ku hejmara geştiyaran li vê navçeya dîrokî zêdetir bikin ev çend sal in xebatên nûjenkirina sûran dikin. Ji bo ku Sûr bi hemû bedewî û delaliya xwe derkeve holê, piraniya avahiyên bê ser û ber ên derdora Sûrê hatine xirakirin.
Pisporê Plandanînê li Amedê Evdilhekîm Aytek anî ziman, “Ev 33 sal in diviyabû ew plan bihata bikaranîn lê heta niha jî neqediyaye. Ev xebatên îro têne kirin li gorî wê planê ye.Kî ev xebat dike em ji wan re gelek spas dikin lê hêj ev serê sere planê ye. Hêj li nava bajêr, li nava Sûrê, li dora Sûrê û baxçeyên Hevselê jî divê li gorî vê planê bê avakirin.”
Sûrên Amedê ji 82 bircan û 4 deriyên sereke pêk tê. Dîroka lêkirina Sûrên Amedê diçe beriya 5 hezar salan. Li gorî dîroknasan ev sûr di dema bav û kalên Kurdan Hûriyan de hatine lêkirin. Li Sûra Amedê şopên şaristaniyên Kurdan Med, Mîtanî û Merwanî jî hene lê hin şaristaniyên weke Artuklu, Osmanî, Bîzans û Romayî jî bandoreke erênî li van sûran kirine.
Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya GeştûGûzariyê ya Tirkiyê Kadîr Varsin got, “Dema ku em berê xwe didin halê berê yê van Sûran, derdora Sûran bi dikan û xaniyên qaçax û bê ser û ber hatibûn dorpêçkirin. Ji ber vê jî me nedikarî xweşikiya sûrên xwe derxin pêş. Lê piştî ku ev xanî û dikanên bê ser û ber hatin rakirin hemû xweşikahiya Sûrê, dîrok û çanda me derkete ser rûyê erdê. Gelek xweş çêbûye.”
Çemê Dîcleyê û Baxçeyê Hevselê ku li binya sûrên Amedê ne bi dîmenên xwe yên xwezayî Sûra Amedê bedewtir dikin. Hem sûrên Amedê û hem jî baxçeyên Hevselê niha di mîrateya xwezayî ya UNESCOyê de cih digirin.