Li Sêwasê 2 grûp bi daran bi hev ketin: 9 kes birîndar bûn

30-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Sêwas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gurun a ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di şerê çekdarî yê di navbera dû grûban de 9 kes birîndar bûn ku birînên 2 ji wan giran in.

Li gor zanyariyan roja Înê 30ê Hezîrana 2023an li navenda bajêr a navçeya Gurun a Sêwazê 2 grûbên ku pêştir di navbera wan de alozî hebû bi, çek, kêr, dar û keviran şerê hev kirin. Di şer de 9 kes birîndar bûn ku birînên 2 ji wan giran in.

Li ser agahdaririnê tîmên tendirustî û polîsan çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gurunê.

Ji birîndaran welatiyê bi nave N.K ji ber giraniya birînên xwe ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Sêwasê û welatiyê bi nave R.D jî bo Nexweşxaneya Numuneyê ya Sêwasê hat rakirin.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin û li ser egera destpêkirina şerekî din li bexçeyê nexweşxaneyan tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst