Li Riha û Wanê 4 kes xeniqîn

30-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Gola Wanê Xeniqîn Tuşba Bîracik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bûyerên xeniqîna di avê de li Bakurê Kurdistanê berdewam in û îro li parêzgeha Wanê 2 kes û li parêzgeha Rihayê jî 2 kes xeniqîn.

Li navçeya Bîracikê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro 30ê Hezîranê 2 welatiyên di Çemê Feratê de avjenî dikirin xeniqîn.

Li gor zanyariyan îro piştî nîvro 30ê Hezîranê di navbera gundê Zerê û Tibilê yên navçeya Bîracikê de 5 kesên ji bo avjeniyê ketin Çemê Feratê, lê avê ew bi xwe re birin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di encama xebatan de 3 kes hatin rizgarkirin û 2 kes xeniqîn.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, di bûyerê de Baran Yavuz ê 16 salî û  Mûslûm Yavuz ê 43 salî xeniqîne.

Li Wanê jî du kes xeniqîn

Li navçeya Tuşbayê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve jî îro 30ê Hezîranê Firat Eker û Mazlum Genez ên 21 salî dema di nav Gola Wanê de avjenî dikirin xeniqîn.

Li gor agahiyan, 7 kes li sînorê navçeya Tuşbayê ketin nav Gola Wanê ji bo ku avjeniyê bikin, lê du kes ji wan binav bûn û piştî demekê nehatin dîtin.

Di encama xebatan de termê her du ciwanan ji golê hatin derxistin û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hatiye zanîn ku 5 kesên din karîne xwe rizgar bikin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst