Deriyê Sînorî yê di navbera Erdexan-Gurcistanê de dubare hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê di navbera parêzgeha Erdexana Bakurê Kurdistanê û Gurcistanê de, ku berî demekê hatibû girtin dubare hat vekirin. Di derî re çûnûhatina sivîl û bazirganî destpê kir.

Deriyê Sînorî yê Turkgozu yê di navbera Erdexan-Gurcistanê de, meha Adarê ji ber çêkirina avahiyên nû û nûjenkirinê hatibû girtin.

Derî piştî ku du mehan hat girtin, dubare ji bo çûnûhatina sivîl û bazirganî vebû. Bi vekirina derî di heman rojê de rêza barhilgiran gihişte 3 kîlometreyan.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Erdexanê Çetin Demirci got: “Kar û xebatên nûjenkirinê yên ku meha Cotmeha sala par destpê kirin berdewam in. Barhilgirên bo Asya Navîn veguhestinê dikin bi awayekî zêde vî derî bikar tînin. Em çaverê dikin heta 6 mehan xebatên li derî biqedin.”

Xebatên nûjenkirina Deriyê Sînorî yê Turkgozu sala 2021ê destpê kiribûn.