Firokeyên Tirkiyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer yên Tirkiyê Çiyayê Metîna yê li nahyeya Dêrelûk a Amediyê bombebaran kir.

Di dîmenên ku gundiyan di dema bombebaranê de girtine, ji lûtkeyên herêma çiyayî dûman bilind dibe.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 17ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke leşkerî ya bi navê "Pence-Kilîl" dabûn destpêkirin.

Derbarê ziyanên canî û madî de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.