Galeriya wêneyan

30-06-2022
28 Photos
Bilind T. Abdullah

Îro Pêncşemê 30ê Hezîrana 2022an Koma Defjenan a Sermest bi serpereştiya Esel Malekzade û koma muzîkê ya Başûrê Kurdistanê bi serpereştiya Defjen û serokê Mala Muzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî, çend berhem pêşkêş kirin.

Koma Defjenan a Sermest ji 90 defjenên jin pêk tê lê tenê 10 ji wan di konserê de amade bûn û çend berhemên cuda pêşkêş kirin.

Hejar Zehawî û Esel Malekzade di sala 2018an de dueteke bi şeweya klîp belav kirin ku li Îtalyayê hatiye kişandin û kopiyeke din jî li Tirkiyê hatiye girtin, ew dueta wan a yekem dueta defjeniyê ya di navbera hunermendên jin û mêr de ye.

Hejar Zehawî di sala 2021an de bi beşdariya hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê Mala Muzîkê ya Zehawî ragihand.

Mala Muzîkê ya Zehawî ji bo ciwanên Hewlêrê û muzîkhezan û ji bo nasandina wan bi hunera parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê, konser, atolye û master kursan saz dike.

Roja 20ê Hezîrana 2019an, Hejar Zehawî li Keleha Hewlêrê bi beşdariya hejmarek hunermendên cîhanî konsereke bi navê Bajarên Nêrgizî bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li dar xist û konser hewlek bû ku kelehê bi cîhanê bide naskirin.