Partiyên Kurdî: Tirkiyê fikra Mîsaqi Mîllî û Mûsil û Kerkûkê ji serê xwe neavêtiye

30-06-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Partiyên Kurdî: Tirkiyê fikra Mîsaqi Mîllî û Mûsil û Kerkûkê ji serê xwe neavêtiye
Partiyên Kurdî: Tirkiyê fikra Mîsaqi Mîllî û Mûsil û Kerkûkê ji serê xwe neavêtiye
Nîşan HAKPAR PÎA KKP Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê li hemberî operasyona Artêşa Tirk a li nava axa Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Partiyên Kurdî dibêjin, Tirkiyê hîn jî fikra sînorên Mîsaqi Mîllî û wergirtina Mûsil û Kerkûkê ji serê xwe neavêti ye û banga rawestandina operasyonan kirin. Partiyên Kurdî bi heman rengî bang li partiyên kurdan ên her çar perçeyên Kurdistanê jî kirin û xwestin bi yek dengî û yek helwestê serî li qada navneteweyî bidin û daxwaza rawestandina operasyonan bikin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), operasyonên leşkerî yên Tirkiyê ku niha di nava axa Başûrê Kurdistanê de dimeşîne weke xetereyeke mezin dibîne. Li gorî KKPê çavên Tirkiyê hîn jî li sînorên Mîsaqi Milî ye û dixwazin statûya Kurdan bi vî awayî ji holê rakin.

Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek anî ziman, “Kurdistana Başûr girtine bin bandora xwe û digivêşin. Dixwazin statûya wê ji holê rakin. Ger nikaribin statûya wê ji holê rakin dixwazin pêşiya serxwebûna wê bibirin. Îro ev destkeftina Herêma Kurdistanê ne tenê ya Herêma Kurdistanê ye, ev destkeftin ya herçar perçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hev re vê destkeftiyê biparêzin û bi pêş bixin.”

Li gorî rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) jî Tirkiye dixwaze bi van tevgerên leşkerî bandora statûya Başûr ji holê rake û paşê jî berê xwe bide bêbandorkirina Rojavayê Kurdistanê. Lê heger Kurd yekdeng bin, Tirkiye dê nikaribe bigihije vê armancê.

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎAyê Ehmed Kaya got, “Kurd dikarin rê li ber bigrin. Bi şertekî. Kurd bi hev re bibin yek û kurd bi hêzên mezin re têkiliya xwe bi temsîliyetekî deynin. Şikayeta herî mezin a ji hêzên mezin li hemberî Kurdan neyekbûna kurdan e. Ev yekitî çêbibe Kurd bi hêzeke mezin dê bikaribin li hemberî Tirkiyeyê û li hemberî dewletên mezin alternatîfeke mezin in. Hem bi hejmara xwe, hem bi erdnîgariya xwe û hem bi hebûna xwe ya stratejîk.”

Yek ji partiyên Kurdî ku ji van tevgerên leşkerî yên Tirkiyê dilgiran e jî Partiya Maf û Azadiyan HAKPAR e. Li gorî rêveberên vê partiyê divê demildest Tirkiye hêzên xwe yên li nava axa Başûr paşve bikişîne.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Mihemed Şah Eren anî ziman, “Dewleta Tirk axa Kurdistana Başûr bombebaran dike. Her bombeyek li dilê me dixe. Em weke HAKPAR li dijî vî tiştî ne. Em dewletê şermezar dikin. Em naxwazin welatê me bombebaran bibe û ev tade û zilim li gelê me yê Kurdistana Başûr bê kirin.”

Tirkiye bi hinceta têkbirina PKKê ji 17ê Nîsanê heta niha tevgera xwe ya leşkerî di bin navê operasyona Pençe-Kilîl de berdewam dike. Di demên dawiyê de Tirkiyeyê tevgera xwe ya leşkerî sist kiribe jî hêj nayê zanîn ka dê kengê dawî li vê tevgera xwe ya leşkerî bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst