Nêzîkî kampa Serdeşt a li Şingalê hat bombebarankirin

30-06-2021
RÛDAW
Nîşan Kampa Serdeşt Çiyayê Şingalê YBŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzikî Kampa Serdeşt a li çiyayê Serdeşt hat bomberankirin û Qaymeqamê Şingalê jî dibêje, otomobîlek hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku îro li derdora kampa Serdeşt a li çiyayê Şingalê otombîlek ji aliyê firokeyên bêfirokevan ve hat bomebarankirin û got, “Hêzên emnî ji bo lêkolînê gihiştin cihê bûyerê.”

Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim li ser bûyerê ragihand, otomobîleke şervanên Yekîneya Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatiye armanckirin û “Ti ziyaneke canî nebûye û tenê ziyana madî hebûye.”

Tehsîn Qasim diyar jî kir, “Bombebaran yek kilometre ji kampa Serdeşt dûr bûye û vê yekê jî tirs di nav xelkê de belav kiriye.”

Ji sala 2018an ve çend caran herêmên ciyawaz ên Şingalê bûne armanca êrişên firokeyên cengî û bêfirokevan ên Tirkiyê.

Li kampa Serdeşt a li çiyayê Şingalê ew Kurdên Êzidî dimînin ku ji ber êrişên DAIŞê mal û warên xwe bicî hiştine û xwe gihandine ser çiyayê Şingalê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst