Malbata Emîn Îsa dibêje kurê wan di bin 'îşkenceyê' de hatiye kuştin û Rêveberiya Xweser red dike

Hewlêr (Rûdaw) - Gencê Kurd Emîn Îsa Elî di zindaneke Rêveberiya Xweser de canê xwe ji dest daye, malbata wî dibêje di jêr  “îşkenceyeke tund”de hatiye kuştin, lê Rêveberiya Xweser vê yekê red dike û dibêje, ew xort bi celtea mejî miriye û tekez dike, wêne û dîmenên cenaze ku hatine belavkirin, bi Fotoşopê hatine amadekirin.

Malbata Emîn Îsa Elî di daxuyaniyekê de bo raya giştî ragihandine, roja 22ê Gulanê hêzeke Asayişê hate cem wan û daxwaza kurê wan Emîn kirine û bi xwe re birine û ji wan gotine, tenê çend demjimêran ew dê wî weke şahid li ser bûyerên gendeliyê bibin û piştre dê wî vegerînin.

Malbat herwiha dibêje, wan çend caran daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser kirine ku tomet û çarenivîsa kurê xwe Emîn Îsa Emîn bizanibin, lê ji wan re eşkere nekirin.

Li gor daxuyaniya malbatê, roja 28ê Hezîranê cenazeyê Emîn Îsa radestî wan hatiye kirin û îşkence li kurê wan hatiye kirin, didan û çena wî hatine û asewarên şewitandinê li ser laşê kurê wan heye.

Malbat daxwaz ji Rêveberiya Xweser û herwiha rêxistinên navdewletî jî kiriye, ku derbarê bûyerê de lêkolîneke bê alî bê destpêkirin.

Malbata Emîn Îsa dibêje, ew amade ne ji bo vekirina tirbê û keşfa termê Emîn Îsa bi amadebûna ragihandinê û komîteyeke pizîşkên bêalî.

Emîn Îsa ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê û 35 salî bûye, zewicî ye û 2 zarokên wî hene.

Siyasetmedarê Kurd Beşar Emîn, ku apê Emîn Îsa ye û rêvebirê Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyê (KDP-S)  ye, ji Rûdawê re got, biraziyê wî di bin îşkenceyê de hatiye kuştin û daxwaza avakirina komîteke lêkolînê kir.

Beşar Emîn ji Rûdawê re got, “Ew di 22ê Gulanê de ji hêla Asayişa Hesekê ve tê destgîrkirin da ku di lêpirsînê de îfadeyan bide. Di 28 Hezîran de, 36 roj şûnde, wan gazî birayê wî kir û got ku Emîn nexweş e û rewşa wî ne baş e. Tê gotin beriya ku birayê wî biçe Asayişê, ew miriye, ji ber nexwarina dermanên xwe û piştre jî ji ber xwinrijiya mejî. Lêbelê wek ku di wêneyan de tê dîtin, çen û diranên wî şikestine, li serê wî xistine, laşê wî bi rûnê germ û ava kelandî hatiye şewitandin, û ew hatiye îşkencekirin.”

Beşar Emîn da xuyakirin: “Eger xwarziyê min tawanbar bû, diviyabû ew bihata eşkerekirin. Eger wan gotibû ku wî xiyanet kir, xiyanet li gelê xwe kir an tawanek din kir, em dê ew qas neêşiyabûna. Lêbelê, kuştina wî ya hovane bêyî dadgehkirinê jî nîşan dide ku biryarek wisa di dema desteserkirinê de hatiye dan. Wisa dixuye ku rengek tolhildanê heye.”

Beşar Emin diyar kir ku neviyê wî ku di heman demê de endamê PDK-S ye, nikare li ti saziyek girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava bixebite, w’ herwiha îdiayên ku Emîn Îsa Emîn “di çarçoveya operasyona gendeliyê de hatiye girtin” red kir.

Apê Emîn got, “Hema em bêjin wisa be, em bêjin ew ji ber gendeliyê hate girtin. Cezayê wî îşkenceyeyek wiha ye?”

Hejar Emîn, pismamê Emîn Îsa jî ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ji jin û zarokên wî û ji mre gotin, dê Emîn du demjimêrên din vegere malê, lê piştî 38 rojan cenazeyê wî dane malbatê.”

Hejar Emîn dibêje, asewarên îşkenceyê li ser termê Emîn Îsa hene.

Rêveberiya Xweser: Îşkence tune bûye û bi celteya mejî miriye

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, “Emîn Îsa Emîn roja 22ê Gulanê bi tohmeta bertîlê hatiye girtin û li gorî qanûnan hate destgîrkirin” û li zindana Xiwêran a Hesekê girtî bûye û “li gor raportên pizîşkî û pizîşkiya dadê bi celteya mejî canê xwe ji dest daye.”

Wê saziya Rêveberiya Xweser herwiha dibêje: “Di encamên lêkolînkirina cenaze de diyar bû ku şopên tundî û îşkenceyê lê tunene.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Emîn Îsa Elî 22/05/2021'an bi tawana bertîlê û li gorî qanûnan hate destgîrkirin. Di 28/6/2021'an de agahiyek ji navenda li taxa Xiwêran a Hesekê hate ku Emîn Îsa Elî wefat kiriye. Li ser vê yekê tevahî tedbîrên pêwîst hatin girtin û cenaze ji bo nexweşxaneya Şehîd Sariya hate veguhestin da ku were lêkolînkirin, hemû aliyên têkildarî ji dadgeha giştî û bijîşka edlî hatin agahdarkirin. Piştî lêpirsîna bi endamên ku bi ambûlansa re bûn, ji dozgeriyê re diyar bû ku rehmetî bi tawana gendelî û dayîna bertêlan hate girtin û nexweşiyên wî yên berê û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn, dermanên ku malbata wî bi raçêtên tibî jê re dianîn navendê, bi kar dianî. Di encamên lêkolînkirina cenaze de diyar bû ku şopên tundî û îşkenceyê lê tunene. Li gorî raporên bijîşkan, sedema wefata wî krîza mejî ye ku encama aloziyeka rehan de derket.”

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser dibêje: Li ser vê yekê malbata rehmetî, di nav de birayê wî hatin vexwendin û li gorî pîvanan hatin agahdarkirin. Her wiha aliyên têkildarî jî hatin vexwendin, da ku heger guman li ser raporên bijîşkan hebe, malbat dikare ji aliyê xwe ve 5 bijîşkan diyar bikin da ku cenaze lêkolîn bikin û sedema wefatê eşkere bibe. Lê malbatê bêyî ku lêkolîn bike cenaze bir û defin kir.

Rêveberiya Xweser herwiha dibêje, ew matmayî man “ji ber ku agahiyên ne rast parve kirin û wêneyên ne li gorî nirx û pîvanên navneteweyî hatin parvekirin û rastî hatin berovajîirin. Wêneyên ku hatin parvekirin, ne yê cenazeyê rehmetî bû, lê li ser bernameya photoshopê hatine montajkirin.”

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, “Armanc ji van îdiyan belavkirina fitneyên û reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye” û tekez kiriye, “Heger gumanên malbatê li ser rewşa wefatê hebe, em dikarin komîteyeke lêpirsînê ava bikin da ku sedema wefatê lêkolîn bike.”

PDK-S daxwaza komîteyeke lêkolînê dike

Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê, ku Emîn Îsa endamê wê bûye, di daxuyaniyekê de got, Encamdana vê tawana kirêt di vê demê de ku hewlên navdewletî bi giştî û yên Amerîkî bi taybetî berdewam in ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandiunên yekîtiya helwesta Kurdî di navbera ENKS û PYNK de nameyeke nerênî ye ji aliyê Rêveberiya Xweser ve.

PDK-S herwiha bang li Amerîkayê û rêxistinên navdewletî dike û dibêje, “Em daxwazê ji aliyê Amerîkî dikin, weke serperişt û garantorê danûstandinên yekrêziyê, ku berpirsiyariya xwe hilgire û rêzê li sozên xwe bigire derbarê ragirtina van kiryarên tawankar.”

Di daxuyaniya xwe de, PDK-S daxwaza lêkolînê li ser bûyera mirin û îşkencedana Emîn Îsa Emîn dike û dibêje: “Em bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirov dikin da ku destêwerdanê bikin û lêkolînê li vê tawana kirêt bikin û kesên di ber de berpirsiyar siza bidin.”