‘Em gotina Mesûd Barzanî wek manîfestoya aştiyê qebûl dikin’

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hunermendên Kurd ên ji her çar perçên Kurdistanê duh serdana Wezareta Pêşmerge û dezgehên medyayî kirin. Hunermendên Kurd ragihandin ku metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê heye û divê aliyên Kurdî vê yekê li ber çav bigirin û bi hesasiyetên netewî tevbigerin. Hunermendên Kurd balkişandin ser girîngiya rola medyayê jî û destnîşankirin ku medya dikare Kurdan nêzikî hev bike. Herwiha Diyar Dêrsim jî tekez kir , ew heramkirina şerê `Birakujî`yê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wek manîfesto qebûl dikin.

Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Diyar Dêrsim, Hesen Şerîf, Beser Şahîn û Firmêsk Hafiz bûn mêvanên bernameyeke Rûdaw TVyê ku ji aliyê Şahyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û balkişandin ser metirsiya rûdana şerê `birakujî`yê û tekez kirin ku divê rê bi vê yekê neyê dayîn.

Şivan Perwer: Şer herdu aliyan jî neheq dike

Şivan Perwer amaje bi rewşa Kurdistanê kir û got, “Kurdistan di rewşeke aloz de ye û derdora wê bi dijminan girtî ye. Dijmin naxwaze Kurd ji hev hez bikin û bibin xwedî yekîtî û hêz. Divê Kurd baldar bin û şer Kurdan bêhêvî dike. `Ji şer re na` banga gel e û em jî berdevkên gel in.”

Hunermendê Kurd bibîr jî xist, “Kek Mesûd (Barzanî) `Birakujî` qedexe kir û di vê mijarê de gelek bi sebir e. Dibe aliyek neheq an heq be, lê şer herdu aliyan jî neheq dike” û tekez kir ku ew bang dikin ku Kurd dest bidin hev û yekîtî û aştî hebe.

Di dewama axaftina xwe de Perwer got, “Gelê me jî wiha dixwaze. Em dixwazin tişta dikeve aliyê me li her çar perçên Kurdistanê bikin. Divê medya Kurdî jî roleke erênî bilîze.”

Beser Şahîn: Medya dikare gel nêzikî hev bike

Hunermend Beser Şahîn jî behsa wê kir ku wan serdana dezgehên medyayî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got, “Zimanê ku medya bikar tîne, ji bo civaka Kurd gelek girîng e. Medya dikare gel nêzikî hev bike û dikare roleke neyînî jî bilîze. Em bang li medya Kurd dikin ku ji bo berjewendî û yekîtiya gelê Kurd zimanekî erênî bikar bîne. Em însîyatîfeke sivîl û dengê gel in. Wek hunermend me biryar da bên vê derê.”

Diyar Dêrsim: Dagirker ji statuya Kurdan ditirsin

Hunermend Diyar Dêrsim jî amaje bi rewşa tevlîhev a Rojhilata Navîn kir û got, “Kurdan di sedsala 21an de derfet bidest xistin ku bibin xwedî statu. Di serî de Tirkiye, welatên ku Kurdistan dagir kirine, ji wê ditirsin ku Kurd bibin xwedî statu, ji ber ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dibînin. Li heyvê jî çadireke Kurdan hebe ew dê midaxele bikin. Ji bo pêşeroja xwe metirsîdar dibînin. Dixwazin Herêma Kurdistanê jî aloz bikin. Tirkiye dixwaze bi hincetên cuda Herêma Kurdistanê dagir bike. Tirkiye dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin.”

Diyar Dêrsim balkişand ser metirsiya rûdana şer di navbera aliyên Kurdî de û got, “Dema ku Pêşmerge û Gerîla li Kerkûkê, li Kobanî li dijî dijmin şer kir, me rondikên kêfxeşiyê barandin. Niha jî metirsiyek heye. Dayikên Kurd, gelê Kurd û em wek hunermend ditirsin. Mixabin metirsiyek bi vî rengî heye.”

Di dewama gotinên xwe de Diyar Dêrsim diyar kir ku wan ji ber helwesta heta niha spasiya Wezareta Pêşmerge kir û got, “Me xwest ev aramî û hessasiyeta netewî berdewam be. Pêşmerge jî ne tenê yê Başûr e, Bakur û Rojava jî ji Pêşmerge hez dike. Gerîla jî ne tenê yên Bakur in û ew jî xebata ji bo Kurdistanê didin. Bi çi şeklî jî be em naxwazin Pêşmerge û Gerîla bê hemberî hev. Em gotinên birêz Mesûd Barzanî yên ku `Birakujî` qedexe kiriye, wek manîfesto qebûl dikin. Em dixwazin her kes bi hestên niştimanî tevbigere. Me li gel Fermandariya Biryargeha Navendî ya PKKê hevdîtin pêk anî. Ew dibêjin, bi ti awayî ew şerê birakujiyê naxwazin û ragihandin ku nakokiyên biçûk dikarin bên çareserkirin.”

Hesen Şerîf: Divê em Herêma Kurdistanê wek çavê xwe biparêzin

Hunermend Hesen Şerîf jî tekez kir ku şerê di navbera Kurdan de, karîgeriyê li ser destkeftên Kurdan dike û got, “Divê partî û rêxistin, bi hestên niştimanî biryaran bidin. Divê perçeyê Kurdistanê ku di encama xebateke sedsalî de azad bûye, wek çavê xwe biparêzin. Me wek hunermendên ji her çar perçeyan, serdan pêkanîn û hestên xwe derbirîn. Eger herêmek hat dagirkirin, birayek divê bikare ji birayê din re bêje, li şûan dagirker bên tu were. Divê lihevkirin hebe.”

Firmêsk Hafiz: Em bang li hemû medyayê dikin

Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Firmêsk Hafiz jî behsa navê xwe kir û got, “Çima navê min Firmêsk e (hêsir) hûn dizanin? Dema ez ji dayik bûm, li Mihabadê du rêxistinên Kurdî di şer de bûn. Rewşeke xerab hebû. Dayika min jî ji ber rewşa xerab a Kurdan navê min wek Firmêsk danî. Em wek hunermendên Kurd bang li hemû medyayê dikin ku baldar bin. Zimanê medyayê gelek girîng e. Rûdaw, Kurdistan24 û NRT dengên vî gelî ne. Medya ne ku xwe lê vî gelî temsîl dike. Divê hevsûcdarkirin nebe.”