Li sînorê Zaxo şer berdewam e: 2 firokeyên bê pîlot hatin xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî berdewam in û îro 2 firokeyên bê firokevan hatin xistin û di encamê de 80 donim zevî şewitî. Heta niha herdu aliyan derbarê bûyerê de ti zanyariyek belav nekirine.

Zêrevan Mûsa, Rêveberê Nahiyeya Derkar ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro demjimêr 16.00 li gundê Dêrê ser bi nahiyeya Derkar ve firokeyeke bêpîlot bi kêrî karê çavdêriya serbazî tê ket xwarê.

Herwiha Dilşîr Ebdulstar, Rêveberê Nahiyeya Batîfa jî ji Rûdawê re ragihand, îro demjimêr 17.00 li gundê Kerpît Elî firokeyeke bê firokevan ket xwarê û diyar kir ku ji ber ketina wê firokeyê nêzikî 80 donim zevî şewitiye û got ku ji ber bombebaranên Tirkiyê xelk di wî gundî de nemane.

Heta niha ne ji aliyê PKKê û ne ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyaniyek derbarê ketina wan firokeyên bê pîlot de nehatiye belavkirin.

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê vê mehê de jî operasyona “Çengê Piling” li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi êriş û operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Tevî berdewamiya operasyonên bejayî, topxaneya artêşa Tirkiyê jî car caran navçeyên sînorî topbaran dike û balafirên cengî yên wî welatî jî hin deverên li nav axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên esmanî yên vê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Roja Înê 19ê Hezîranê, ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê de, 5 kes li sînorê Şêladzê û Kanî Masê canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê ku ew 13 roj e li nav axa Başûrê Kurdistanê dest bi êrişa li dijî PKKê kiriye, 10 binkeyên serbazî di nav axa sînorê Başûrê Kurdistanê de vekirine, ku piraniya wan dikevin Çiyayê Xamtîrê.

Ji ber operasyona vê carê ya artêşa Tirkiyê û berdewamiya şer, derdora 50 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê di rewşeke ne aram de ne.