PAK: Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê li hêviya serxwebûna Kurdistanê ne

30-06-2019
RÛDAW
Nîşan PAK Şêx Seîd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Êlihê ya Partiya Azadiya Kurdistanê Şêx Saîd û  47 hevalên wî bibîr anîn. Serokê PAKê ya Êlihê Aziz Ozdemir ragihand ku Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê, li hêviya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

 

Bi minasebete bibîranîna Şêx Saîd û  47 hevalên wî, li Şaxê Êlihê ya PAKê  bernameya bibîranînê  hat sazkirin. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.


Serokê PAKê ya Êlihê  Aziz Ozdemir got: “Tevî Şêx Seîd û 47 hevalên wî 424 kes ji alî `Dadgehên Îstiklalê` ve hat darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê suc bi plankirî ji ali leşkeran ve hatin kuştin.Dewleta Tirk îro jî wekî 94 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa `rêgir,çete û teror` nîşan dide, Kurdistan kiriye serbazgeh û millitarîzmê roj bi roj xurttir dikeû dijî azadiya gel li her çar parçê Kurdistanê erîşa dibe, gefan li wan dike.




Di salvegera 94êmin de soz didin ku emê rê û rêbaza wan bernedin, heta bi destxistina wan armancên netewî,emê kar û xebata xwe bidomînin.”

Aziz Ozdemir anî ziman: "Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Dewleta Tirkiyê heta nuiha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî eşkere nekirîye. Dewleta Tirkiyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran eşkere bike.”

Ozdemir amaje kir ku  doza Şêx Seîd û hevalên wî îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e, û wiha pê de çû: “Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistaniyan, li hêviya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne. Her destkeftin û statuteyeke siyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 94emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst