Galeriya wêneyan

30-06-2019
12 Photos
RÛDAW

Ji çar aliyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê geştyarên xwezahez serdana Gola Nemrûdê ya li navçeya Tetwan a Bidlîsa Bakurê Kurdistanê dikin.

Gola ku raqima wê 2 hezar û 500 e û di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî de "Xelata Newazetiyê" wergirt, bi menzereya xwe ya bêhempa mazûvaniya bi hezaran geştyarên xumalî û biyanî dike.

Gola Nemrûdê ligel bedewiyên xwezayî, bi golên ava sar û ava germ, şikefta cemedê, qulên dûkelê û celebên balindeyan bûye landika xwezahezên ku dixwazin kampê bikin.

Wêne: AA