Pankart û wêneyên sembolên YPGê têne rakirin

Qamişlo (Rûdaw) - Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî ne çaverêkirî, wêneyên sembolên PYD û YPGê li kolan û meydanên giştî têne rakirin.

 

Hin çavkanî behsa wê yekê dikin, ku ev destpêka vegera hikûmeta Sûriyê ye, hin jî dibêjin, ku rêbendên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gelek bajar û bajarokan nemînin û xalên hevbeş yên kontrolê di navbera Hikûmeta Sûriyê û YPGê bêne avakirin. Lê li ser tora civakî, serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl red kir, ku hikûmeta Sûriyê vegere û got, ev beşek ji guhertina ku dixwazin pêk bînin.

 

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozisyonê ve, û derketina Yekîneyên Parastina Gel ji Minbic, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê, herwiha ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), derbarê nehitştina çekdarên DAIŞê li başûrê parêzgeha Hesekê, bi ser de jî şikandina DAIŞê li gelek navçeyên rojhilatê Çemê Ferat û Dêre Zorê, tê pêşbînîkirin ku guhertin di rewşa Cizîra Rojavayê Kurdistanê de jî bêne kirin.

 

 

Yek ji dîmenên wan guhertinan, nehiştina pankart, wêne û diruşmên girêdayî PKKê û YPGê ye. Lê di van rojan de jî, tê behskirin ku egera wê yekê heye, rêbendên taybet bi PYDê û YPGê li hinek bajar û bajarokên Cizîrê nemînin, yan jî radestî hêzên hikûmetê bêne kirin.

 

Hinek çavkanî jî behsa rêbendên hevbeş dikin, ku di navbera herdu aliyan de bêne dirustkirin. Ev gava ku wê ji Hesekê û Qamişlo destpê bike, û Amûdê û Serê Kaniyê jî li xwe bigire, weke ku rojnameyeke nêzîkî hikûmetê ev yek ragihandiye û çend çavkaniyên medyayî yên din jî behsa vê yekê kiriye.

 

Heta niha bi fermî tiştek derbarê ti rêkeftinê, di navbera hikûmetê û PYD, TEV-DEMê yan jî Rêveberiya Xweser de, nehatiye ragihandin. Lê rojnameyeke nêzîk ji hikûmetê ve, behsa vê mijarê kiriye û ragihandiye ku navendên leşkerî yên ku di destên PYDê, YPGê û Rêveberiya Xwese de ne, wê careke din bêne vegerandin ji bo hikûmeta sûrî, li gorî wê rêkeftina ku hatiye behskirin.

 

 

PYDê û Navenda Pêwendiyên Deplomatîk ên TEV-DEMê jî vê yekê red dikin û radigihînin ku ti rêkeftin di navbera wan û hikûmetê de pêk nehatine. Wan eşkere kir jî ku ev yek ji rastiyê dûr e.