ZAXO – Rûdaw çû gundê kardînalê nû

Zaxo (Rûdaw) – Papayê Vatîkanê Papa Francis, ji bo nûnertiya xwe ya Sûriye û Iraqê keşeyekî Kurdistanî wek kardînal destnîşan kir, ku ew jî xelkê gundê Stevlanê ya navçeya Zaxo ya bajarê Duhokê ye.

 

Rûdaw çû gundê kardînalê destnîşankirî Louis Raphael Sako, ku 10 salên temenê xwe li wir bihûrandiye. Gundê Stevlanê dikeve rojhilatê Zaxoyê û li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ye.

 

Xidir Tahir hevalê wî yê zarokatiyê ye û wiha behsa serpêhatiyên xwe dike:

 

“Dema destpêkê hatine gundê me, ji xwe re bostan diçandin, behrek bo me bû û behrek jî bo wan. Paşî erd kirîn û erdê xwe têlbend kirin. Niha piraniya erdê gund yê wan e. Ez di sala 1946ê de ji dayik bûm. Me bi hevre kêlanî dilîst û melevanî dikir. Navê dayika wî Meryem bû û navê xwîşka wê jî Zerîfe bû, me digotê Zero.”

 

Xidir Tahir diyar dike, ku wî û hevalên wî Kardînal Louis fêrî zimanê Kurdî kirine û wî jî ew fêrî zimanê xwe yê dayikê kiriye û wiha dibêje:

 

“Li gund malbatên me hev nas dikirin. Di nasnameyê de navê wî Xamîs bû û piştî ji vir çû navê xwe guhert û kir Louis.”

 

Ji ber êrîşên dewleta Osmaniyan, di sala 1915ê de bav û bapîrên Kardînalê nû koçberê Zaxoyê dibin. Zêdetirî 10 malbatên Kurd û 12 malbatên krîstiyan di navbera salên 1948 û 1958ê de li gundê Stevlanê bi hev re dijîn. Piştî ku malbata Louis Raphael Sako ji gund derketin, di sala 1976ê de rejîma Bees a Iraqê ev gund hilweşand.

 

Di nav malbatên xiristiyanên Kildanî de hilbijartina Louis Raphael Sako bû cihê kêfxweşiyê.

 

Hemwelatiyê bi navê Enwer Gorgîs jî dibêje: “Xelkê Zaxoyê pir kêfxweş bûn ku dîtin metran bûye patrîk. Di dîrokê de derfeteke wiha ji bo me nehatiye.”

 

Niha zêdetirî 2 hezar malbatên xiristiyan li Zaxoyê dijîn. Xiristiyanên herêmê ji neteweyên Kildan, Suryan, Aşûrî û Ermen in.

 

Nûnerê xisritiyanên Zaxoyê Emîr Goge jî dide uyakirin: “Bawernameyên wî hene û di nava xelkê de mezin bûye, lewma ji civakê fêm dike. Niha bûye kardînal ew dikare derdê xelkê fêm bike.”

 

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji metranxaneya Zaxoyê bidestxistine, piraniya zilamên olî yên xiristiyanan ji Zaxoyê derketine. Tê gotin 18 metranên Herêma Kurdistanê 5 ji wan ji Zaxoyê ne. Herwiha 33 kesên Zaxoyî jî li welatên bikanî keşe ne.