Krîza rexneyê di edebiyata kurdî de

Bijar Hekîm

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji kêşe û arîşeyên sereke yên edebiyata kurdî nebûna rexneyê ye. Rexne bi wateya xwe ya zanistî vêga di edebiyata kurdî de nîne. Edebiyata kurdî bi giştî di krîzê de ye. Krîzê hemû qad û warên rewşenbîriyê li xwe girtine. Edebiyata kurdî bi hemû janrên xwe di valahiyeke mezin de derbas dibe û nivîser û xwînerên xwe jî bêdeng kirine.

 

Piştî serhildanê bi giştî û bi taybetî piştî sala 2003an, edebiyata kurdî qonaxeke baş di warê nivîsandin û çapkirina kitêban de derbas kir û pirtûkên helbest, çîrok, roman, xwendin û şîrovekirina tekstên edebî, qerebalixî di kitêbxaneya kurdî de dirust kirin. Lê ew hemû kitêbên çapkirî bi bêdengî derbas bûn û kesên ku di warê rexneyê de kar dikin û dinivîsin, ji asta pêwist kêmtir, xwe bi kitêb û tekstên edebî re gihandin.

 

Car caran di navendên nivîseran û qehwexaneyên kultûrî û edebî de panel û semîner tên sazkirin û hewl didin ku li kêleka sazkirina semînerên helbestvanî, semînerekê li ser rexneya tekstên edebî jî saz bikin. Lê panelên rexnekirina tekstên edebî bi şermînî û hejarî tên lidarxistin û nikarîbûn cihê xwe di navendên edebî de bigirin. Navendên akademî wek zanîngeh û kolejên taybet bi ziman û edebiyatê jî, mijûlî nîşandana tekstên edebî û rêkxistina tekstên helbestvanî ne û rexne ji bîr kirine û xwe nêzîkî babetên rexne û rexnekariyê nakin.

 

Bi kurtî ez di vê nivîsê de dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku, gelo rexnegirên Kurd nînin? Gelo edebiyata kurdî li gor edebiyata welatên cînar û cîhanê di çi astê de ye? Bi nebûna rexneya cidî wê edebiyata kurdî bigihe ku? Divê ew akademiyên ku bi dehan sal e di navendên zanîngehan de edebiyatê bi awayekî zanistî dixwînin bersiva van pirsan bidin. Lê belê peyveke tenê jî di vî warî de nanivîsin û tiştekî derbarê wê nabêjin. Sal derbas nabe di navendên zanîngehan de, bêyî ku bawernameyên bilind wek master û doktorayê di warê edebiyatê de neyên dayîn. Lê belê wek peqpeqokên avê li wan tê û roj bi roj jî rewşa edebiyata kurdî xirabtir dibe.

 

Tiştê ku heta vêga li ser tekstên edebî bi navê rexneyê hatiye nivîsandin, şêwaza nivîsan û zimanê wan zimanekî rojnamevanî bû. Sedem jî ew e ku kovar û rojnameyên taybet bi belavkirina tekstên edebî û rexneyê nebûn û beşekî zêde yê nivîserên ku tekstên edebî xwendine û rexne kirine, rojnamevan bûn û bi ziman û şêwaza rojnamevanî nivîsandine û wek rexne hejmartine. Ev şêwaza nivîsandinê heta vêga jî berdewam e. Beşekî zêde yê wan nivîsaran jî bi mejiyekî lojîkî û zanistî nayên nivîsandin û jixweber in.

 

Eger rexnekarên edebî yên Kurd bi cidî hewl bidana û kar li ser tekstan bikirana, rewşa edebiyatê nedigihîşt vê asta xirab a niha. Bi kêmanî karîbûn sînorekî ji wan hemû qaşo helbestvanan re deynin ku gotinan bi navê helbestê belav dikin û kovaran dagîr dikin. Bi kêmanî karîbûn du sê serboriyan hilweşînin ku bi navê çîrokê tên çap û belavkirin. Rexnegir û navendên zanîngehan ku taybet li ser edebiyatê kar dikin, diviyabû vê emaneta exlaqî û pîşeyî li stûyê xwe bigirin û nehêlin neheqî li hember helbest û çîrokê bê kirin û rê nedin xwînerê Kurd bi xeletî rengan bibîne û sor wek reş nîşanî me nedin.

 

Berpirsiyariya mezin di peydabûna krîzê di edebiyata kurdî de û nebûna rexneyê di rêza yekemîn de dikeve stûyê wan mamosteyên ku li kolejên edebiyatê yên zanîngehên Başûrê Kurdistanê kar dikin û kar û pîşeya wan taybet e bi lêkolîn û rexneyê. Di navendên akademî de ewqasî mijûlî erdebiyata klasîk û helbestvanên klasîk in, eger nîvê wê ji bo binemayên edebiyata hevçax û teknîka nû ya nivîsandina helbest, çîrok û romanê terxan bikirana vêga edebiyata kurdî hejar nedima û pêngavekê ber bi pêş ve diçû. Neheqiyeke mezin li hember edebiyata hevçax tê kirin ku niha di cîhanê de girîngiyeke mezin dibîne û di heman demê de edebiyata kurdî di nav edebiyata hevçax de tu biha û statûyek jê re nemaye û bûye qurbaniya bi dehan û sedan rexne û lêkolînên klasîk û dubarebûyî.

 

Êdî dem hatiye ku navendên akademî hew xwe terxanî dayîna master û doktora li ser edebiyata klasîk bikin û li hana edebiyata hevçax herin. Nifşê ku niha derketiye holê û mijûlî edebiyatê ye, bi rexne û lêkolînên xwe bidin naskirin û derbarê şêwazên nivîsandina tekstên hevçax û metodên nû yên edebiyatê tiştekî bêjin û binivîsin. Li şûna ku hûn doktorayê li ser rastkirina tîpên navê helbestvanekî klasîk bidin, hewl bidin hûn nifşê nû bi nav û berhemên bi dehan û sedan edîbên hevçax bidin naskirin. Êdî dem hatiye ku em krîza edebiyata kurdî û rexneyê çareser bikin û xwîneran haş bikin.