Hewlêr (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê xwe amade dike, da ku pêşwazî li pêla berfireh a koçberan bike, ku ji destê DAIŞê direvin û xwe digihînin nav sînorê Kurdistanê.
Hewlên bo li xwe girtin û pêşwazîkirina li koçberan li Herêma Kurdistanê berdewam in û berfirhetir dibin. Bo pêşwazîkirina li koçberên ku ji sînorê bin desthilata DAIŞê direvin û xwe digihînin nav axa Kurdistanê, kempên nû bi lez tên avakirin.
Rojane xelk ji sînorê bin kontrola DAIŞê pêl pêl ber bi sînorê navçeya Mexmûr tên û Hêzên Pêşmerge û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li wan koçberan dikin.
Nektel Hesen yek ji wan koçberan e ku ji ber çekdarên DAIŞê nkoçber bûye, niha karê hostatiyê dike û rojane zêdetirî 8 saetan li heman kempê kar dike ku bi xwe lê dimîne. Nektel Hesen hewl dide, ku kamp zû were amadekirin, da ku pêşwazî li koçberên nû bê kirin.
Hesen dibêje: “(kamp) têrê nake. Ev kamp renge tenê têra hewandina xelkê gundên derdora Mexmûrêê bike, lê belê cihê wisa hene ku hejmara rûniştvanên wê zêdetirî 6 hezar kes e û dibe ku di demek nêzîk de ew jî koçber bibin. Her ji ber wê jî ew kamp têrê nake, eger tu bixwazî hemûyan bicih bikî, gerek li sînorê têlkirî yê kampê biçî derê.”
Herwiha hatina pêl pêl a koçberan bo bajarokê Dêbege bi şêweyekê ye, ku piştî danîna her çadirekê û dabînkirina xizmetguzariyan yekser malbateke koçber tê de tê bicihkirin, çimku niha zêdetirî 14 hezar koçber li Dêbege ne û rojane bi awayekê berdewam sedan kes berê xwe didin vî sînorî.
Rêvebirê Kampa Dêbege,Rizgar Mihemed ji Rûdawê re dibêje: “Tê payîn ku 25 hzar koçberên din berê xwe bidin Mexmûrê û tekane cih bo hewandina wan jî Dêbege ye.”
Hejmara rûniştvanên bajarokê Dêbege bi xwe nêzîkî 2 hezar kesî ye, lê belê zêdetir ji 14 hezar koçber li xwe girtiye û tê payîn ku hejmara koçberan 2 qat zêdetir jî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse