Berhem Salih li hember êrişên Îranê nerazîbûn nîşan da

Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê Duyem a Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih li hember topbarankirina deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, nerazîbûna xwe gihand wî welatî.

 

Şandeke Komara Îslamiya Îranê li bajarê Silêmaniyê bi Cîgirê Duyem a Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih re hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî zanyariyan, Berhem Salih bi amadebûna endamê serkirdatiya YNKê li ofîsa xwe li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke pilebilind a Îranê kir.

 

Ofîsa Berhem Salih piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, di vê hevdîtinê de Berhem Salih û şanda Îranê behsa pêşhatên herî dawî yên li deverên bi giştî û yên li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, Salih di vê hvdîtinê de nerazîbûna xwe li hember bûyerên wê dawiyê û topbarankirina sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve dilgiraniya xwe aniye ziman nerazîbûna xwe gihandiye şanda Îranê.

 

Di civînê de herwiha her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin, ku pêwîst e pêwendiyên dîrokî û kevnar ên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê bên parastin û rê li ber çêbûna alozî û nearamiyê li deverên bê girtin.

 

Berhem Salih û şanda îranî herwiha di vê hevdîtinê de behsa dawî pêşhatên derbarê şerê li dijî DAIŞê de û alîkariyên Komara Îslamiya Îranê bo Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê jî kirin.