ŞİNGAL – Êrîşa DAIŞ’ê hate têkbirin

30-06-2016
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge DAIŞ Şingal
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li rojhilatê navçeya Şingalê çekdarên DAIŞ’ê bi 2 otomobîlên bombebarkirî êrîşê sengerên Hêzên Pêşgerge kirin.

 

Îro seet 04:00’ê sibê li rojhilatê navçeya Şingalê, li nêzîk kargeha çîmento, çekdarên DAIŞ’ê êrîşê sengerên pêşmergeyan kir û pevçûn derket.

 

Derbarê êrîşê de yek ji fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Muqedem Ezîr Axa ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞ’ê bi topên hawanê sengerên pêşmerge bombebaran kir û paşî bi 2 otomobîlên bombebarkirî êrîş kirin.”

 

Fermandarê pêşmerge dazanîn pêşmergeyan zû bersiva êrîşê da û piştî pevçûnek nêzîkê 2 demjimêr û nîvan, êrîş hate têkbirin. Herwiha herdu otomobîlên bombebarkirî jî hatine teqandin.

 

Muqedem Ezîr Axa amaje bi wê yekê da ku di dema pevçûna de balafirên şer ên hevpeymanan jî hevkariya pêşmergeyan kirine û yekîneyên DAIŞ’ê bombebaran kirine.

 

Navborî eşkere kir ku di pevçûnê de ti ziyanekê Hêzên Pêşmerge nebûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst