Zaxo – Penaberên Rojavayî komkujiya Kobanî şermezar kirin

 

Zaxo (Rûdaw) – Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, xort û penaberên Rojavayê Kurdistanê ji bo Kobanî xwepêşandan kirin û bang li hêzên Rojava kirin, bibin yek.

Şeva borî li bajarê Zaxo komek xort û penaberên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo Kobanî li dar xistin.

Di xwepêşandanê de siloganên mîna “Yan Mirin Yan Welat” û “Hesabê komkujiya Kobanî dê were xwestin” avêtin û nerazîbûna xwe li dijî komkujiya Kobanî nîşan dan.

Wan daxwaz dikirin ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojava bibin û li kêleka hêzên YPGê welatê xwe biparêzin.

Rojavahiyan her wiha banga yekbûnê li hêzên Rojavayê Kurdistanê kirin.