Rojava - Daxwaza civîna awarte ya Lêvegera Siyasî tê kirin

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber sedema êrîşên rêxistina daişê li ser devera kurdî li rojavayê kurdistanê, banga li darxistina civîneke awarte ya Lêvegera siyasî hat kirin.

 

Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê bangewaziyek ragihand û got: “dibe ji ber ku komkujiya ku li kobanî çê bû, em nakokiyên xwe deynin aliyekî û em civata lêvegerê lidarxînin.”

 

Partiya Demokrata Pêşverû banga lidarxistina civîneke awarte ya lêvegera siyasî û bê şert û merc dike û sedema vê bangewaziyê jî vedigerîne bo bûyerên wan rojên dawî li deverên kurdî.

 

Ji aliyekî din ve Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ragihand, bi bangewaziyan Lêveger nabe û li gor gotina wan ti caran rêkeftin nabin heya ku hikûmeta Sûriyê li deverê heye. Li gor partiya nabvorî, hikûmeta sûriyê astengan li ber yekrêziya kurdî çê dike.

 

Herwiha li gor nêrîna wan dibe ku lihevkirinek di navbera ENKSê û TEVDEMê de çêbibe,

 

Ji aliyê xwe ve partiyên ku di nava lêvegerê de cih digirin, ji derveyî çarçoveya herdu aliyên siyasî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê tekez kirin li ser helwesta xwe ji bo ku  lêvegera siyasî civîna xwe lidarxîne.

 

Lêvegera siyasî civîna herî dawî di 4ê Adar a sala 2015an de lidar xistibû û piştre Encûmena kurdî û ji ber çêkirina hilbijartinên şaredariyan li kantona Cezîrê endametiya xwe rawestand. Bangwaziya polîltboruya Partiya Demokrat a Pêşverû piştî komkujiya Kobanî hate ragihandin.