Li Qilebanê zarokekî bi çekê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê Şirnexê zarokekî xwendekarê dibistana navîn li gorî îdiayan di qezeya çekê de canê xwe ji dest da.

Hat îdiakirin ku li gundê Ripinê yê navçeya Qilebanê xwendekarê pola 6emîn Muhammed Esat Tonga di encama “qezaya çekê” de jiyana xwe ji dest daye

Hat gotin ku Muhammed Esat Tonga dema li malê bi çeka bavê xwe dilîst, ji nîşkekê ve çek di dest wî de teqiya.

Muhammed Esat Tonga li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan termê wî ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rêveberiya Perwerdeyê ya Qilebanê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û sersaxî ji  malbata Muhammed Esat Tonga re xwest.