WAN – Gur ketin nav keriyê pez: 74 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Dirişkê yê navçeya Elbakê ya Wanê gur ketin nav keriyekî pez û 74 mêşin kuştin, 16 mih jî birîndar kirin.

Şivan piştî ku bi guran hesiyan ew ji kerî dûr kirin.

Muxtarê gundê Dirişkê Yakup Akkaya da zanîn ku 90 mêşin mirar bûne.

Tîmên Rêveberiya Daristan û Çandiniyê ya Elbakê çûn cihê bûyerê û wan li rewşê belgeyên pêwîst amade kirin.

Li gorî van belgeyan, di êrişa guran de 74 mih mirar bûne.