Li Bedlîsê xezûr zavê xwe kuşt

30-05-2023
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Tetwan Xezûr Zava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve îro 30ê Gulanê kesekî bi çek zavê xwe kuşt û bavê wî birîndar kir.

Li herêma pîşesaziyê ya Tetwanê, îro 30ê Gulanê di navbera welatiyê bi navê A.T. û zavayê wî E.A. û bavê zavayê wî N.A. de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket. Di encama nîqaşê de her du aliyan şerê hev kirinû A.T. bi çek gule berdan zavayê xwe E.A. û bavê wî.

E.A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û bavê wî N.A. birîndar bû. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. N.A. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîs-Tetwanê hat veguhestin.

Kujer A.T. ji cihê bûyerê reviya. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst