Li kampa Holê navendek ji bo zarokên DAIŞê hatiye vekirin

30-05-2023
Hisên Omer
Navenda Çaksazî û Pêgihandinê ya bo zarokên DAIŞê li kampa Holê
Navenda Çaksazî û Pêgihandinê ya bo zarokên DAIŞê li kampa Holê
Nîşan Rojava Kampa Holê Heseke DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, navendeke çareseriya derûnî hatiye vekirin û li wê navendê zarokên çekdarên DAIŞê têne perwerdekirin û bernameyên taybet ji bo wan hatine danîn.

Ew navenda çaksazî û pêgihandinê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin û armanc ji vekirina wê navendê ew e ku wan zarokên DAIŞê ji fikra DAIŞê dûrbixin û dubare wan tevlî jiyana asayî bikin.

Serokê Navenda Çaksaziyê, Xalid Remo dibêje: “Li navendên çaksazî û pêgihandinê yên taybet bi gencan, li ba me gencên tundrew hene ku di warê serbazî û îdeolojîk de  tevlî DAÎŞê bûbûn û hin jî ketibûn jêr bandora Îdeolojiyaya DAÎŞê.”

Bêhtirî 25 hezar zarokên ku temenê wan kêmtirî 12 salan e li kampa Holê û kampên din di nav qerebalixiyeke mezin de sînordarkirî mane. Ew ketine jêr bandora 8 hezar dayikên ku rojekê hevjînên çekdarên DAIŞê bûn, û baweriya wan a temam jî bi îdeolojiyaya wan hebû.

Xalid Remo, serokê navendê dibêje: “Niha malbat li Kampên Hol û Roj rahênanê bi zarokan dikin.”

Navenda Çaksaziyê çendîn xizmetguzariyan ji bo gencan pêşkêş dike.

Mijûlkirina wan bi lîstikê ji bo dûrxistina wan ji wê hizira tundrew ku dayikên wan dixin di mejiyê wan de.

Rêvebera kampa Holê, Cîhan Henan jî behsa reftara zarokên li kampê dike û dibêje: “Bêguman, di dawiyê de zarok vedigere dibistana xwe ya sereke ku ew jî dayik an malbata wî ye, lewre em guhertineke mezin di reftara zarokan de nabînin, tevî hebûna navendên fêrkirinê li ba me, em guhertinê di reftara zarokan de li kampê nabînin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêjin, dayikên li nav kampê hewl didin keç û kurên xwe bizewicînin da ku hejmara wan zêde bibe û planên xwe yên nihênî pêk bînin ku di nav de şikandina kontrola zîndanan û guhertina hevkêşeya ewlehiya navçeyê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst