Li Rihayê zîpikê zerar da 12 hezar donim erd

30-05-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Zîpik Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve roja 30ê Gulanê piştî barana zêde zîpik bariya û zerareke zêde da erdên çandiniyê, otomobîl û panelên enerjiya rojê.

Li 12 gundên Siwêregê, roja 30ê Gulana 2023ê piştî baraneke zêde zîpik bariya. Ji ber zîpika ku bi qasî gûzan mezin bû erdên çandiniyê, otomobîl, banê axuran û panelên enerjiya rojê zerareke zêde dîtin.

Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Siwêregê ragihand, zîpikê li 12 gundan zerar da 12 hezar donim erdên genim, ceh, nîsk, nok û gulberoj û baxçeyên fêkî û sebzeyan.

Herwiha li parêzgehên Çewlig, Qers û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê, roja 30ê Gulanê ji ber barana zêde lehî rabû û hejmarek erd û mal di bin avê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst