Serok Barzanî û Erdogan bi telefonê axivîn

30-05-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re axivî û ji ber hilbijartina wî wek Serokkomarê Tirkiyê pîrozbahî lê kir.

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê axivîn.

Di 28ê Gulana 2023an de gera duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê hatin lidarxistin û Recep Tayyîp Erdogan careke din weke serokkomarê Tirkiyê hate hilbijartin.

Baregeha Barzanî ragihand ku îro evarê Serok Mesûd Barzanî bi boneya dubare bijartina wî weke Serokomarê Tirkiyê pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye.

Di gera duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52.18ê dengan bi dest xist û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal kiliçdaroglu jî ji sedî 47.82ê dengan bi dest xist. Bi vê encamê Recep Tayyîp Erdogan careke din weke serokkomarê Tirkiyê hate hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst