Kurdekî Efrînî piştî 12 salan ji zindana rejîma Sûriyê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî xelkê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî 12 salan ji zindana Hikûmeta Sûriyê rizgar bû.

Girtiyê Kurd ê bi navê Ehmed Cûcû ku bi esil xelkê Efrînê ye lê li Riknedîn a Şamê dimîne, piştî ku12 salan di zindanên Hikûmeta Sûriyê de ma, îro serê sibehê hat azadkirin û vegeriya mala xwe.

Ehmed Cûcû ji wan kesên yekem bû ku ji ber xwepêşandanên li dijî hikûmeta Sûriyê ligel 7 kesên din ên Kurd, di sala 2011an de li Şamê hatibpn girtin û di zindanan de hatibûn îşkencekirin.

Ehmed piştî salekê ji girtinê, ji bo zindana Edra hatibû şandin, piştre hatibû cezakirin, niha hukmê xwe temam kiriye û îro serê sibehê derket.

Her 7 kesên ku bi Ehmed Cûcû re di sala 2011an hatibû girtin, berî niha hatibûn azadkirin.