Hêzên Tirkiyê deverên Şehba û Minbicê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û girupên çekdarên girêdayî wê gundên li navçeya Şehbayê û Minbicê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecehî, îro 30ê Gûlana 2022ê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê her du gundên Um-El Hoş û Wehşiya li Şehba ya bakurê Helebê topbaran kirine.

Li gor heman Çavkaniyan, her îro serê sibehê 6 helîkopterên Rûsî bi awayekî nizim li ser ezmanê Şehbayê firiyana.

29ê Gûlana 2022ê jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundên Tel Qerah û Um El Hoş ên ser bi Şehbayê topbaran kiribûn.

6 gundên Minbicê hatin topbarankirin

Herwiha Hêzên Tirkiyê û grûpên girêdayî wê di sê rojan de şeş gundên bajarê Minbicê li bakurê Helebê topbaran kirine.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ser bi HSDê, hêzên Tirkiyê û grûpên girêdayî wê di dema sê rojan de gundên El Hoşriye, El-Tûxar, El-Muhsinlî, Um Celûd, El-Seyada û El-Yalanî yên Minbicê bi hawan û çekên giran topbaran kirine.

Li gor heman çavkaniyê, hêzên Tirkiyê di 3 rojan de ji baregehên xwe yên nêzîkê gundên Tûxar, Hoşeriyê, Yaşilî û Şêx Nasir 41 top avêtine.

Topbarane hêzên Tirkiyê bo ser gundên Minbicê jî zêde bûye. Di 29ê Gûlana 2022ê de jî hêzên Tirkiyê gundê Tûxar ê bakurê bajarê Minbicê bi hawan û çekên giran û navîn, topbaran kiribû.

Heta niha ti daxuyanî ji aliyê hikûmeta Sûriyê derbarê van êrîşê de nehatine dayin.