Li Hewlêrê bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî konferansa Aştî bi rêya Miyanrewiyê hat lidarxistin

30-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro konferansa Aştî bi rêya Miyanrewiyê li Hewlêrê hat lidarxistin ku ji aliyê rêxistina SPARK bi hevbeşî ligel Konsulxaneya Holanda ya li Hewlêrê ve hatiye organîzekirin.

Konferansa îro bi armanca dabînkirina aştiyê û rûbirûbûna hizra tundrewiyê di nava civakê de hatiye lidarxistin. Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya medyayî ya konferansê dike.

Di destpêka konferansê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir

Paşê di sê panelên cuda de behsa tundrewiyê û çawaniya bicihkirina aştî û aramiyê tê kirin, herwiha çîrokên mamosteyekî û bazirganekî jî tên vegotin.

SPARK rêxistineke Holandayî ye û ji bo parastina mafên jinan û penaberan kar dike û derfetên xwendinê û kar ji bo wan dabîn dike. Ew rêxistin bêtir li wan navçeyan kar dike ku şer an encamên şer bandoreke neyênî li ser wan hebûye.

Ew rêxistin zêdetirî 8 salan e li Herêma Kurdistanê dixebite, pêştir di sala 2018an de beşa yekem a konferansa Aştî bi rêya Miyanrewiyê li Hewlêrê hatibû sazkirin û konferansa îro beşa duyem a heman konfernsê ye.

Rêveberê Rêxistina SPARK li Hewlêrê, Rehîl Azîz ji Rûdawê re ragihand, “li Herêma Kurdistanê me kariye çendîn programên cuda pêşkêş bikin, armanca konferansa îro jî dîtin û çareserkirina sedemên tundrewiya beşek ji gencan e. Herwiha em dixwazin pireke bihêz di navbera gencan û hikûmetê de çê bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst