Pirtûka Bîranînên Îsmaîl Beşîkçî bi Soranî hat çapkirin

30-05-2022
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Werger Mihemed Izedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka bîranînên nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê kevn ê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî hate wergerandine Soranî û îro roja duşemê danasîna wê ji bo xwendevanan hate kirin. Wergêrê pirtûkê Mihemed Izedîn ji Rûdawê re ragihand ku ew 8 meh in li ser wê kar dike.

Mihemed Izedîn îro Duşemê ji Rûdawê re got, "Ev pirtûk di sala 2021an de bi Tirkî hatiye çapkirin. Ev 8 meh in ez li ser wergerandina wê dixebitim."

Ferhad Pîrbal pêşgotina wergera Kurdî (Soranî) ya pirtûkê nivîsandiye û pirtûk 660 rûpel in.

Mihemed Izedîn diyar kir ku pirtûk behsa gelek aliyên jiyana Îsmaîl Beşîkçî dike, ji naskirina gelê Kurd bigire heta çawa ji ber pirsgirêka Kurd du caran ji zanîngehê hatiye avêtin, hatiye zîndanîkirin, îşkencekirin û cezakirin û her wiha pirtûkên wî hatine qedexekirin.

Mihemed Izedîn anî ziman, "Di vê pirtûkê de Beşîkçî bi berfirehî behsa xebatên xwe yên zanistî dike ku çawa ji aliyê nîjadperestên Tirk ve ji ber ku parastina gelê Kurd kiriye zêdetirî 100 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û 17 sal di girtîgehê de maye."

Piştî Bîranînên Mûsa Anter, ev pirtûka duyemîn e ku wergêr û rojnamevan Mihemed Izedîn ji Tirkî wergerandiye Kurdî (Soranî).

Pirtûk bi tîraja 1000 nusxeyî hatiye çapkirin û niha di pirtûkxaneyan de heye.

Îro Duşemê 30ê Gulana 2022an di saet 18:00an de li Navenda Ala li Hewlêrê bi amadebûna Îsmaîl Beşîkçî û çend rojnamevan û nivîskaran pirtûk hat pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst