Tirkiyê devera Şêladizê bombebaran kir

30-05-2021
RÛDAW
Ji ber bombebaranên Tirkiyê daristan dişewitin û jîngeh ziyaneke mezin dibîne
Ji ber bombebaranên Tirkiyê daristan dişewitin û jîngeh ziyaneke mezin dibîne
Nîşan Artêşa Tirkiye Tirkiye Şêladizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bombebaran û topbaranên Tirkiyê li ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û firokeyên Tirkiyê îro jî Çiyayê Kure Jar li hindavê Dêrelûk û Şêladizê bombebaran kir.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin ku balafirên Tirkiyê Çiyayê Kure Jar bordûman kirine ku 1.5-2 km dûrî navçeyên nîştecêbûnê ye.

Herweha sibeha îro saet 04.00 sibehê topek ber gundê hirûrê ketiye.  

Dema 3 rojane ji ber bordûmanan agir ber aqarê gundên birîfka, Hirûrê ketiye û ber bi gundê Qumriyê diçe û ziyaneke zaf gihandiye wan navçeyan. 

Ev di demekê de ye ku duh şer bi tundî berdewam bû û 2 caran tuneleke gerîalyên PKK hat bombebarankirin û tirseke mezin di nav welatiyan de belav bû.

Heta niha 5  gund hatine valakirin  ku ew jî Kêste, Çelka Krîstiyanan, Edinê , Dêşîş û Serero ne û herwiha metirsî li ser gundê Ure jî heye û 6 malên ku di gund de asê mabûn rizgar bûne.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li nav sînorên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û bi tundî herêmên sînorî bombebaran û topbaran dike û hejmara xalên xwe yên serbazî zêde dike.

Herwiha jibilî şewata li daristanên Başûrê Kurdistanê ji ber topbaran û bombebaranan, Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihandibû ku Tirkiye çend sal in li gel hinek kompanyayan rêkeftiye ji bo daristanên navçeyên şer bibirin bi hinceta ku “bûne stargehên gerîlayên PKKê.”

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê jî ji Rûdawê re radigihdibû ku di heyama 10 salan de zêdetir ji milyonek donim erdê Başûrê Kurdistanê hatiye şewitandin û amaje bi wê jî kir, tenê sala 2020, ji %35ê bûyerên şewatê ji ber bombebarankirina navçeyên sînorî bû ji aliyê welatên cîran ve.

 
HPG jî ragihandibû, “Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst