Iraqê rê li ber berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê vekir

30-05-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Iraq Mihemed Kerîm Xefacî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Mihemed Kerîm Xefacî îro li Hewlêrê civiyan û derbarê vekirina bazarên Herêma Kurdistanê û naverast û başûrê Iraqê ji bo berhemên çandiniyê yên herdu aliyan de gotûbêj kirin.

Îro 30 Gulana 2021, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ofîsa xwe li Hewlêra paytext pêşwazî li Wezîrê Çandinî yê Iraqê Mihemed Kerîm Xefacî kir.

Li gor daxuyaniya ofîsa serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşxistina hemahengiya di navbera Wezareta Çandinî ya hikûmeta federalî û Wezareta Çandinî û Çavaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê û bi taybet derbarê vekirina bazarên Herêma Kurdistanê û naverast û başûrê Iraqê ji bo berhemên çandiniyê hatin kirin.

Herdu aliyan herwiha mijarên wek wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve ku salane tê diyarkirin, dayîna bawernameya zanistanî bi berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û çend babetên din ên li ser çandiniyê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de jî gotûbêj kirin.

Li aliyekî din, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, Bêgerd Talebanî jî ku di civînê de amade bû, ragihand, ji niha şûnde jib o hinardekirina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê bo navçeyên din ên Iraqê rê vekirî ne.

Bêgerd Talebanî got: “Piştî hewldanên me yên berdewam ên ji bo firotin û hinardekirina berhemên navxwe yên cotkaran bo bazarên naverast û başûrê Iraqê û şandina nivîsekê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Serokwezîrê Iraqê, îro biryara vekirina bazarên naverast û başûrê Iraqê ji bo hinardekirina berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê hat dayîn.”

Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Mihemed Kerîm Xefacî ligel şandekê bi armanca serdankirina hejmarek projeyan û pêşxistina têkiliyên navbera herdu aliyan, serdana Hewlêrê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst