Du kes di bombebarana Tirkiyê de li Dêrelokê hatin kuştin

30-05-2020
RÛDAW
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyê navçeya Dêrelokê ya ser bi qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û li gor agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Peyamnêrê Rûdawê, Nasir Elî ragihand, firokeyên Tirkiyê îro Çiyayê Lînk li sînorê nahyeya Dêrelokê ya ser bi qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirin û di bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, ku tê gotin, welatiyên sivîl ên navçeyê ne û bav û kur in.

Berpirsê Navçeya PDKê li Dêrelokê, Mihemed Selîm Nêrweyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku “îro demjimêr 9:30 danê dibêje, firokeyên Tirkiyê Çiyayê Lînk li sînorê Dêrelokê bombebaranê kirine û bav û kurek hatine şehîdkirin ku akinciyê nahyeya Dêrelokê ne.”

Nêrweyî got: “Herdu kesên hatine şehîdkirin bi navên Seyîd Celal Nûredîn temen 60 salî û kurê wî Ehmed Celalê 30 salî ne û xelkê devera Nêrweyê ne û yek ji wan Pêşmergeyê Îlonê bû.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî têkildarî heman êrîşê daxuyaniyek li ser twittera xwe belav kiriye û têde ragihandiye, ku wan devera “Avaşîn” bombebaran kiriye û di bombebaranê de 2 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Tevî ku Tirkiyê ragihandiye, kesên ku di êrîşê de hatine kuştin, gerîllayên PKKê be, lê Berpirsê Navçeya PDKê li Dêrelokê, Mihemed Selîm Nêrweyî tekez dike, kesên ku canê xwe ji dest dane sivîl in û xelkê deverê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst