Hewlêr (Rûdaw) - Jinên Efrînî yên ku roja pêncşemê ji baregeha emnî ya çekdarên grûpa el-Hemze hatibûn derxistin, careke din ji aliyê çekdarên heman grûpê ve hatine revandin.
Li gor çavkaniyekê ji nav grûpên çekdar li Efrînê ku nexwest nav û grûpa wî bên aşkerekirin, ew jin di heman roja pêncşemê, ji aliyê hêzeke grûpa Hemze ve ji baregeha polîsên serbazî hatine revandin.
Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên nav bajarê Efrînê wergirtine, ji nav wan 11 jinan nasnameya 5 jinên Kurd û jineke Ereb hatiye naskirin. Ji nav jinên Kurd , nasnameya keça Kurd a Êzidî, Arîn Hesen Dilî hatiye aşkerekirin.
Arîn Hesen Dilî, temenê wê 21 sal e, ji gundê Kîmarê ye û roja 27ê sibata 2020 ji mala wê hatibû girtin û ev 93 roj in ku ew girtî ye.
Li gor çavkaniyekê ji nav grûpên çekdar, ew her şeş jin di heman roja pêncşemê de, ji aliyê hêzeke grûpa Hemzat ve ji baregehê polîsên serbazî hatine revandin.
Li gor raportên sazî û rêxistinên yasayî yên ku binpêkirinên li herêma Efrînê belge dikin, di navbera 400-500 jinên Kurd li hebs û zindan û baregehên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê girtî ne.
Roja pênşemê, piştî derketina şer û pevçûnan di navbera çekdarên Hemzat û çekdarên Xûteya rojhilat de, baregeja emnî ya Hemzat li bajarê Efrînê hatibû kontrolkirin û şewitandin û 6 jin di nav baregehê de hatibûn dîtin.
Eşkerebûna girtina jinên Kurd di baregehê Hemzat de, karvedanên bilez li pey xwe anîn.
Roja înê, 29ê Gulanê, 20 rêxistin û saziyên yasayî yên Kurd û Sûrî bangewaziyeke bilez belav kirin. Di bangewaziyê de ku bo Sekreterê Neteweyên Yekbûyî, Kordînatora Bilind a Mafê Mirovan û serokê Komîteya lêkolînê derbarê Sûriyê hatiye şandin, her 20 rêxisitin û saziyan daxwaz dikin ku komîteyeke lêkolînê derbarê tawanên ku li Efrînê dibin bê dirudstkirin û fişar li Tirkiyê bê kirin da ku artêşa xwe û grûpên çekdar ên girêdayî xwe ji nav xaka Sûriyê vekişîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse