Hewlêr (Rûdaw) – HDP, PAK û HAK-PARê bi peyamên xwe pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Hevserokên HDPê di peyama HDPê de dibêjin ku ew hêvîdar in Nêçîrvan Barzanî bikaribe di bihêzkirina yekitiya netewî ya kurdan û aşitî û aramiya hermê de tevkariyekê bike.
Di berdewamiya peyam HDPê de hatiye gotin: “Serokwezîrtî jî di nav de heta niha te gelek erk lixwe girtine. Em bawer dikin ku tu dê bikaribe pirsgirêkên navxwe û derve bi rêbazên aştiyane û gotubêjan çareser bikî. Em wekî HDP hêvîdar in erka te ji bo gelê Kurdistanê bi taybetî û tevahiyan Kurdan bibe wesîleya xêrê. Em ji dil pêşwazî li têkoşîna aştî, demokrasî û azadiya gelê Başûrê Kurdistanê dikin.”
HAK-PAR: Nêçîrvan Barzanî karekî girîng girt ser milê xwe
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refik Karakoç jî bi helkefta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî serokê Herêma Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyê wî kir.
Refik Karakoç di peyama xwe de dibêje: “Birêz Serokê Herêma Kurdistan Neçîrvan Îdris Barzanî, bo hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê em Kurd hemû keyfxweş bûn. Cenabê te karekî girîng girt ser milê xwe. Serokatiya te pîroz û ser xêrê be. Bi silavên birayane, di xebata hizmetê gel de serkevtinê ji cenabê re dixwazim.”
Ozçelîk: Gelê me dê gavên dîrokî bavêjin
Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelik li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya xwe, pîrozbahî li Nêçirvan Barzanî pîroz kir.
Mistefa Ozçelik di peyama xwe dibêje: “Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê, nîşana lêxwedî derketina demokrasî û azadiyê ye, nîşana lêxwedî derketina îradeye gelê Kurdistanê û herwiha nîşana lêxwedî derketina destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê ye.
Em hêvî û bawer dikin ku Rêzdar Nêçirvan Barzanî dê zûtirîn dem Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya piralî wazîfedar bike û dê hikûmeta nû ya piralî bê damezrandin. Em hêvî dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û hikûmeta piralî ya nû, pêkve ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gelê me yê Başûrê Kurdistanê dê gavên pêwîst û dîrokî bavêjin.”
Ozçelik diyar kir ku ew her destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê weke destkeftina her Kurd û Kurdistanîyekî li cîhanê dibînin û got: “Lêxwedî derketin, parastin û piştgirîya van destkeftiyan jî her wazîfeyeke me ya esasî ya netewî û niştimanî ye.
Hemû astengî û xeteriyên ku li pêşiya gelê me ne, bi tifaq û hevgirtineke netewî û niştimanî dikare berteraf bibin. Bi taybetî jî hemû partiyên siyasî yên Başûre Kurdistanê divê bi hişmendî û hestyarîyêke li ser esasê parastin û pêşdebirina destkeftîyên gele me tevbigerin. Em di wê bawerîyê de ne ku partiyên me yên li Başûrê Kurdistanê bi wê tecrûbe, ked, xebat, bedel û fedekariyên xwe yên qedir bilind, dê bi hev re, paşerojeke azad, serkeftî û xwedî îrade ji gelê me re bihûnin.”
Peyama Kemal Burkay
HDPê serkeftin ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
Hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi peyameke pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û û jê re serkeftin xwestin.

Serokê Weqfa Rêya Azadiyê Kemal Burkay jî di peyama xwe pîrozbahî de got: “Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina we wek Serokê Herêma Kurdistanê, bi navê xwe û navê hevalan we pîroz dikim û di kar û barê we de serketin dixwazim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse