Şasiwar Ebdulwahîd bi kefalet hat berdan

30-05-2019
RÛDAW
Nîşan Şasiwar Ebdulwahîd Berdan Kefalet
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd û endamên din ên Nifşê Nû bi kefalet hatin berdan.

 

Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê Hakim Umer Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro bi biryara dadger, Şasiwar Ebdulwahîd û desteserkiriyên din bi kefaletê hatin azadkirin.

 

Şasiwar Ebdulwahîd, du sekreterên wî û 9 endamên din ên Nifşê Nû bi biryara dadgerê lêkolînê û bi kefaleta darayî hatin berdan, lêpirsîna li ser dosyeyê berdewam dibe û hêj dadgehê biryara xwe ya dawî nedaye.

 

Şasiwar Ebdulwahîd li gor madeya du ya yasaya xirab bikaranîna amûrên peywendiyê li ser giliya parlamentereke Tevgera Nifşê Nû û pênc rojnamevanan, hatibû desterserkirin.

 

Meha derbasbûyî Parlamentera Nifşê Nû Şadî Newzad di konferanseke rojnamevanî de li gel parlamenter Sîrwan Baban ragihand ku gefa belavkirina vîdeoyeke çêkirî ya rût li çend parlamenterên fraksiyonê hatiye xwarin, herwiha li gor gotina wan "Şasiwar Ebdulwahîd û grûpa wî" gef xwariye.

 

Piştî giliya Şadî Newzad, Asayişa Silêmaniyê du sekreterê Şasiwar Ebdulwahîd û 10 endamên din ên Tevgera Nifşê Nû desteser kirin, ku piştre di îtirafên xwe de ragihandin ku di medyaya civakî ya tevgerê de xebitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst