Amerîka ji Almanyayê dixwaze ji bo parastina Kurdên Rojava alîkar bin

30-05-2019
Zinar Şîno
Nîşan Amerîka Almanya Rojavayê Kurdistanê Kurd Sûriye
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Projeya devera aram ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di ajendaya Amerîkayê de ye, Waşinton ji Berlînê daxwaz dike ku di parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê de beşdar be.

 

Waşinton demeke dirêj e bi wê yekê ve mijûl e ku karê hevbeş ê hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê di qonaxa piştî wî şerî de jî li Iraq û Sûriyê berdewam bibe û ciyawaziyên wan werin kêmkirin.

 

Di navbera îdareya Trump û Ewropiyan de jî, bi taybetî Almanya, ciyawazî heta endazeya nakokiyan gelek in. Kovara Der Spiegel a Almanî di raportekê de behsa hewldanên Amerîkayê dike ji bo razîkirina Almanyayê di projeya devera aram de. Der Spiegel diyar kiriye ku Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass bi wê yekê kêfxweş in ku li Rojhilata Navîn a nearam, mijarek heye ku Almanya û Amerîka bikarin hevahengiyê li gel hev bikin.”

 

Dosyeya gotûbêjên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li gel Şêwirmenda Almanyayê û hevtayê wî yê Almanî, berdewamkirina erkê artêşa Almanyayê dibe di projeya devera aram de ji bo Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê.

 

Di danûstandinên nepenî yên hikûmeta Almanya û Amerîkayê de amaje bi civîna Waşintonê hatiye kirin ku têde behsa wê yekê hatiye kirin ku Almanya amade ye bi rêya artêşê ve devera aram li Sûriyê biparêze.

 

Endamê Parlamentoya Almanyayê û Berpirsê Peywendiyên Partiya Krîstiyan a Demokratîk; anku partiya Angela Merkel li ser beşdarîkirina Artêşa Almanyayê di wê peywira nû de got, dibe ku peywira niha ya li Urdinê ji bo wê mebestê were  guncandin. Artêşa Almanyayê li Sûriyê ji ber şiyana firokeyên Tornado ji bo pîvandin û çavdêrîkirina herêmê, giringiyeke mezin li ser operasyonan û zanyariyên îstixbaratî heye.

 

Berî serdana ragihandî ya Wezîrê Derve yê Almanyayê Mike Pompeo diyar kir ku karekî dîplomatîk a berfireh li ser wê yekê kiriye ku di her rûbirûbûna çekdariyekê de, Hevpeymaniya NATO û Ewropa jî beşdar bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst