Barzanî: Tiştên li deverên madeya 140 tên kirin nayên qebûlkirin

30-05-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Peyam Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî peyamek li ser rewşa jiyana welatiyên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand: “Sepandina vê rewşê li ser cotyaran û xelkê sivîlê wan navçeyan bi ti awayekî nayê qebûlkirin.”

 

Serok Mesûd Barzanî di beşeke din a peyama xwe de diyar dike: “Pêwîst e civaka navdewletî û aliyên peywendîdar li ser vê rewşa neasayî bêne deng û Hikûmeta Iraqê jî divê berpirsiyariyê hilbigrê û dawî bi wê sîtem û yasaşikandinê bîne ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li dijî hemwelatiyên Kurd tê encamdan.”

 

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

 

Şewitandina dexl û danên hemwelatiyên Kurd li navçeyên maddeya 140 û herwiha kuştin û azardan û birîndarkirina xelkê Kurd li wan navçeyan ku ev demek e bûye diyarde û rojane tê encamdan, tawanekî mezin e û zulmekî eşkere ye li hemwelatiyên bêtawan ên Kurd tê kirin.

 

Tiştê li van navçeyan tê jiyîn, binpêkirina yasa û destûr û bihayên mirovayetiyê ye û zengê metirsiyê ye jî ji bo jiyana xelk û paşaroja wan navçeyan. Ev zulma ku rojane tê kirin, sizadan û hilkişandina xelkê ye ji ser nasnameya neteweyî.

 

Sepandina vê rewşê li ser cotyaran û xelkê sivîlê wan navçeyan bi ti awayekî nayê qebûlkirin û pêwîst e civaka navdewletî û aliyên peywendîdar li ser vê rewşa neasayî bêne deng û Hikûmeta Iraqê jî divê berpirsiyariyê hilbigrê û dawî bi wê sîtem û yasaşikandinê bîne ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li dijî hemwelatiyên Kurd tê encamdan.

 

Mesûd Barzanî

30.05.2019

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst