Festîvala Huner û Çandê ya Koça Încî Kefalî ya Navneteweyî dest pê dike

30-05-2018
RÛDAW
Nîşan Încî kefalî Wan Festîval
A+ A-
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Ercîşa Wanê di navbera 1-3yê hezîranê de "8emîn Festîvala Huner û Çandê ya Koça Încî Kefalî ya Navneteweyî" dê bê sazkirin.

Încî kefalî cureyek masî ye ku di Gola Wanê de dijî, ji bo xerzdanînê jî ji meha nîsanê pê ve koçî ava şêrîn dike.




Koça masiyan herî zêde li ser rêya Wan û Agiriyê li taxa Çemê Bendîmahiya navçeya Erdîşê tê dîtin. Her sal bi hezaran kes ji bo ku rêwîtiya masiyan temaşe bikin, tên herêmê.


Di vê çarçoveyê de bi di navbera 1-3yê hezîranê de "8emîn Festîvala Huner û Çandê ya Koça Încî Kefalî ya Navneteweyî" dê lidarxistin.




Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Mehmet Şîrîn Yaşar daxuyanî da û got amadehiyên festîvalê temam bûne.


Yaşar bi bîr xist koça încî kefalî di navbera 15ê hezîranê û 15ê tîrmehê de çêdibe û wiha axivî: “Em festîvalê navneteweyî li dar dixin. Ez hemû welatiyên me yên li her aliyê Tirkiyê ji bo mîhricanê vedixwînim. Teqez bila bên vê bûyera nuwaze ya xwezayê bibînin."



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst