Xweza û geştiyariya Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Weke li gelek deverên Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê jî şûnwarên dîrokî û xweşik hene û bi xwezaya xwe ya xweşik bala bi hezaran geştyar dikşînin ser xwe.

 

Her wiha her sal bi taybetî di van deman de geştyar berê xwe didin bajarê Wanê û kêliyên xweş li ber Gola Wanî derbas dikin.

 

Li aliyekî Gola Wanê berf û li aliyekî din mêrg û çîmenên çiyayên Wanê bi rengê kesk û sipî dixemilîne, ew jî tabloyeke xweşik û bedew diafirîne û bala hemû geştyaran bi ser xwe ve dikişîne.


Welatiyê bi navê Hikmet Deniz dibêje: “Ev gundên di navbera navçeya Gevaşa Wanê û navçeya Tetwanê ya  Bedlîsê de, hem bi şûnwarên xwe yên dîrokî û hem jî bi bedewiya xwezaya xwe, berê geştyaran ber bi Wanê ve radikêşin.”


Devera Akdamarê  û navçeya Gewaş a li peravên Gola Wanê  bi cihên xwe yên dîrokî û giravên xwe yên xweşik ve navdar in, û ew  bala her kesî dikişînin ser xwe. Welatiyên bajarê Gewaşê jî dibêjin, mirov ji bo dîtina van deveran ancax dikare pitşî rêwitiyeke 3ê demjimêran bigihêje van cihan.


Geştiyarekî ji Gewaşê got: "Ez ji Gewaşê hatime vê derê. Ev cihekî geştyariyê ye. Cihekî gelekî xweş e. Ez hêvî dikim ku geştyar ji her derekê ji cîhanê berê xwe bidin vê derê."


Giravên mezin û yên biçûk, ku li ser Gola Wanê diyar in, xwediyên wateyên dîrokî yên kevnar in.


Garana hespan, ku  ji 70-80 hespî pêk tê jî ciwaniyeke mitolojîk tevî Gola Wanê kiriye. Herwiha xelkê wê deverê dibjin, ev gund  tenê bi keştiyan çûn û hatinê dikin û ev gund gelekî xweşik e. Hem ji derve û hem ji hundir, geştyar gelekî serdana vî gundî dikin.


Geştiyarekî din jî got: “Hesp li vê derê dijîn. Hejmara wan ji 40-50 bêhtir e. Havîn û zivistanê bi berdewamî li vê derê ne. Ew li vê derê dijîn."