Şaredariya Amedê çadirên fitarê li 5 cihên bajêr vekirine

30-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şaredariya Amedê Çadir Fitar
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 5 cihên sereke yên bajarê Amedê ji bo kesên hejar çadirên fitarê danîn û rojane nêzîkî 7 hezar kes di van çadiran de fitara xwe vedikin. Li hemberî çadirên fitarê eleqeyeke mezin heye û di nava mehekî de tê payîn, ku nêzîkî 200 hezar kes ji xwarinên fitarê sûdmend bibin.

 

Li Amedê li 5 cihên sereke yên bajêr ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve çadirên fitarê hatin vekirin û di her çadirekî de zêdetirî hezar kes fitara xwe vedikin û xwarinê dixwin.

 

Danîna çadirên fitarê ev 15 sal in ku li Amedê weke kevneşopiyek hebû û ev kevneşopî hê jî didome. Her roj menuya xwarina van çadiran diguhere û ligel şorbeyeke germ, xwarinên avî jî li xelkê tên belavkirin.

 

Berpirsê Xwarinên Çadirên Şaredariya Amedê, Fexrî Şeker ji Rûdawê re ragihand: “Rojane em di vê çadirê de ji hezar û hezar û 200 kesî re xwarin çêdikin. Çar pênc cure xwarinên me hene. Şorbeya germ, birinc, xwarina avî, şîranî û xurme em didin. Di nava xwarinên me de goştê sor heye. Xwarina me hertim germ e.”

 

Piraniya kesên ku di van çadiran de difetirin rewşa wan a aboriyê ne guncaw e û di meha Remezanê de ew ji vê xizmetê sûd werdigrin. Ew hem ji rojiyê û hem jî ji xizmetê kêfxweş in. 

 

Li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî ku nexweşxaneyeke mezin e, ligel xwarina fitarê, xwarina paşîvê jî tê belavkirin. Gelek kesên ku ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdisatanê tên nexweşxaneyê û li ber nexweşên xwe disekinin, dikarin li vir hem paşîvê bigrin û hem jî fitarê bixwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst