Pêşmerge li Eniya Xazir serfiraz e

30-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Xazir (Rûdaw) - Pêşmergeyê Kurdistanê serfiraziya operasyona Eniya Xazirê ragihand ku têde 9 gund hatine rizgarkirin.


Berpirsê Eniya Xazirê, Arif Teyfûr li bereya şer ji Rûdawê re got Pêşmerge di nav 24 saetan de plana ku hatî danîn bicih anî û armancên operasyonê ku duh destpêkirî hemû pêk hatin.


Îro gundên Werdek, Gezekan, Kulebor û Tulebend ji destê DAIŞê hatibûne rizgarkirin.


Ji aliyê xwe ve Fermandeyê Hêzên Zêrevanî, Ezîz Weysî ji Rûdawê re aşkera kir ku Pêşmerge 20 kîlometreyan bi pêş ve çû ye û di navbera Hêzên Kurdistanê û bajarê Mûsilê de ku du sal e jêrdestî DAIŞê ye tenê 15 kîlometre mane.


Herwiha îro Pêşmerge li bereya Xazir tuneleke DAIŞê dîtiye ku li gorî gotina xelkê deverê 600 metreyî dirêj e.


Doh jî dîsa li Eniya Xazir jî, Hêzên Pêşmerge bi serpiriştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî operasyonek li dijî DAIŞê kir û hejmarek gund ji destê wê rêxistinê derxistin.


Di operasyonê de, 5 Pêşmerge, ji wan yek ku li Kobanî jî şer kiribû, şehîd bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst