Îro salvegera şerê Simkoyê Şikak û desthilatdarên Îranê ye

30-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Îro salvegera destpêka şerekî giran ê di navbera şervanên Simayîl Axayê Şikak li Ormiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye ku li dijî desthilata wê demê ya Îranê bû.

Di heman rojê de şerê Osmaniyan li dijî hikûmeta Îranê destpêkir.

Simkoyê Şikak di çendîn şeran de zirarên giran dane leşkerên Îranê û soza berdewamiya şer heta mirinê dabû.

Simayîl Axa yek ji wan serkirdeyên Kurd e ku baweriya wî bi feodalîzê tine bû û tenê ji bo nasyonalîzma Kurdî û ji bo avakirina Kurdistanê kar dikir.

Simkoyê Şikak an Smayîl Axayê Şikak

*Sala 1887an li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

*Ji şaxê Evdoyiyayn ya Şikakên Ormiye û Selmasê tên hesibandin.

*Li gor gotina mezinên Evdoyiyan, Simko dema kuştina Cewer Axa 18 salî bû.

*Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da heta dimîne di şerê hikûmetê de berdewam be.

*Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir.

*Yek ji serkirdeyên Kurdan bû ku şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê neteweyî bû.

*Hejmara pêşmergeyên wî carna gihiştiya 20 hezar pêşmerge.

*Serhildêr û serkirdeyekî Kurd ê ji êla Şikakan bû.

*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin.

*Li gorî hin çavkaniyan weke “Bavê Nasyonalîzma Kurdî” hatiye naskirin.

*Serhildana Simkoyê Şikak nêzîkî 25 salan dom kir.

*Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir.

*Simko ji bo cara yekem karî hemû hêzên êl û eşîretên Kurdan li dora hev bicivîne.

*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû.

*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk kî bixweze ewê bibe desthilatdar.

*Ji şerên mezinên Simko şerê girtina bajarê Ormiyê, şerê Gulmanxaneyê, şerê Miyanduawê, şerê Şekeryazî, şerê Sarî Tacê, şerê Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne.

*Dema ku Ermeniyan dixwest Ormiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin.

*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin.

*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin.

*Sala 1925an Riza Şayê Îranê çû serdana Simkoyê Şikak.

*Simko bi 5 hezar pêşmergeyan ve pêşwaziyeke sar li Riza Şa kir.

*Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje.

*Roja 30ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Ormiye hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst