Li kampa Domîzê 2 çadir şewitîn: Zarokekî 2 salî can da

30-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw) - Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê du çadirên penaberan şewtîn û di encamê de zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da û birayê wî jî bo nexweşxaneyê hat şandin.

 

Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dihokê ragihand ku îro demjmêr 5ê êvarî du çadirên penaberan li kampa Domîzê şewtîn ku xelkê bajarokê Tilhemîsê ne û Ereb in û ji ber vê bûyerê zarokekî temen 2 salî ku navê wî Leys Miwefeq Hesen e, jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî agahiyên peymnêrê Rûdwê,di bûyerê de birayê wî zarokî yê bi navê Qeys Miwefeq Hesen jî birîndar bû û bo nexweşxaneya bajarê Dihokê hat şandin.

 

Hat gotin ku rêjeya şewata Qeys 30% e.

 

Li kampa Domîzê 24 malbatên bajarokê Til Hemîs hene, ku hemû ereb in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst