Li Şirnexê qeza: Kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Şirnexê, otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn û di qezayê de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan, îro  li ser rêya sereke ya Şirnex û navçeya wê Cizîrê li devera Avga Masiyan otomobîla ku Nurullah E. diajot û barhilgira ku Haci B. diajot li hev qelibîn.

Di qezaya trafîkê de şofêrê otomobîlê bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Nurullah E. veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Lê Nurullah E. li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku şofêrê barhilgirê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye destesekirin.