Sûdanî: Girîng e hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di bin siya lihevkirinê de bê kirin

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku girîng e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di bin siya lihevkriina siyasetê de were kirin.

Mihemed Şiya Sûdanî îro bi Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Umer Ehmed re civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê, Sûdanî û Umer Ehmed behsa hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kiriye.

Mihemed Şiya Sûdanî ji Umer Ehmed re tekez kiriye ku girîng e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di bin siya lihevkirina siyasetê de were kirin.

“Divê hemû pêkhate beşdarî hilbijartinan bibin”

Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi nûnertiya pêkhateyên Îraqê û Herêma Kurdistanê jî kiriye û daye zanîn ku divê hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Îraqê beşdarî pêvejoya hilbijartinê bibin.

10ê Hezîranê wekî roja hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar daye ku bi awayê niha beşdarî hilbijartinê nebe.

Dadgeha Federal a Îraqê biryar da ku kursiyên pêkhateyên Ermenî, Sûryanî û Tirkmenan ên li Parlamentoya Kurdistanê hilweşîne.

Li ser wê biryarê nûnerên partiyên Sûryanî, Ermenî û Tirkmenan jî biryara boykotkirina Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê stand.

Dadgeha Federal a Îraqê herwiha biryar dabû Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi rê ve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst