Şirnex - Wesayîta leşkerî qulibî: 2 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 2 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, îro li gundê Şerefiyê yê Şirnexê wesayîteke leşkerî ji rê derket û qulibî.
Di qezayê leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê buyerê û leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragihandin leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê miriye.