Li Dîlokê qeza: Miriyek, 17 birîndar

30-04-2024
Nîşan Dîlok Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbuseke rêwiyan qulibî.

Di vê qezayê de kesek mir û 17 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa rêwiyan a ku ajokarê wê H.A. bû, li ser rêya Dîlok-Edeneyê ji rê derket û qulibî.

Kesê mirî karmendekî leşkerî ye û tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Şoferê birîndar piştî ku tedawiya wî xelas bû hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst